1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ji bo Cotkaran pirtûka “ÇANDINA TENE” derket
Ji bo Cotkaran pirtûka “ÇANDINA TENE” derket,Ji bo Cotkaran pirtûka “ÇANDINA TENE” derket

Ji bo Cotkaran pirtûka “ÇANDINA TENE” derket

A+ A-

Nivîskarê kurd Endazyarê Çandiniyê Mehmet Emîn TUNÇ cara yekemîn bi zimanê Kurdî pirtûka çandiniyê ya bi navê “ÇANDINA TENE(Genim, Ceh, Nîsk û Nok)” nivîsand.

Nivîskar Mehmet Emîn TUNÇ ji bajarê Amedê ye. Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Zankoya Çandiniyê beşa Nebatên Zeviyan qedandiye. Niha jî weke Endazyarê Çandiniyê li bajarê Amedê xebatên xwe didomîne. Pirtûka yekemîn bi zimanê Kurdî derbarê çandiniya teneyan de derketiye “ÇANDINA TENE(Genim, Ceh, Nîsk û Nok)” ji hêla weşanên Arvîn ve li bajarê Stenbolê derket.

Nivîskar Mehmet Emîn TUNÇ derbarê vê pirtûkê de dibêje; ji bona pêşketina zimanê Kurdî û bi awayekî hêsanî cotkarê Kurd bikaribin xebatên xwe yên çandiniyê pêkbînin li ser vê pirtûkê min dora pênc salan xebat kiriye.

Nivîskar Mehmet Emîn TUNÇ derbarê naveroka pirtûkê de wiha axivî ; “Çandina tene ji bo çi tê kirin. Amadehiyên çandinê çine, çawa bi kar tên. Nexweşî, kêzik û kurmikên çandinê çine. Li ber van kêzik kurmik û nexweşiyan çawa û bi çi têkoşîn tê kirin. Ji bo berek baş û pir ji çandinê destbixin cotkar çi bikin. Avhewa (îqlim) li ser çandinê bandorek çawa dike. Çandin di axek çawa de bêkirin baş e. Kîjan tene axek çawa dixwaze. Kîjan wext(dem)ê de di nava çandinan de cotkar kîjan karî bike. Tene kengê werin avdan. Gubre kengê biavêjinê. Erd kengê werin rakirin û ajotin(cotkirin). Çinîna teneyan çawa û kengê pêkbînin. Di embarande li çi miqatebin (baldarbin).”

Pirtûk ji kaxeza kuşe, xwerû bi wêneyên rengîn hatiye xemilandin. Ji 80 rûpelan pêk tê ye. Taybetiya herî mezin jî derbarê çandiniya nebatan de Ferhengoka ji 12 rûpelan pêkhatî dawiya pirtûkê de cihê xwe girtiye.